|
Новости -
Культура
|
Ez di sala 1978'an de li Stenbolê hatime dinyayê. Ji Çewlikê me. Min dibistana seretayî, navîn û lîseyê li Stenbolê kuta kir. Xebata xwe ya hunerî min di sala 1991'ê de li beşa Dansên Gelêrî, di Koma Dîlanê ya di bin banê KAYY-DER'ê de dest pê kir.
Di sala 1994'an de ez du salan wekî solo-vokal bi koma muzîkê ya bi navê Koma Dengê Bratî re xebitîm. Di sala 1996'an de ez ji KAYY-DER'ê derketim û min dest pê kir ez li NÇM'ê xebitîm. Paşê du salan min ji Oğuz Abadan derzên armonî, pîano û ji Şahîn Saruhan derzên şanê wergirt. |
|
Продолжение...
|
|
Новости -
Культура
|
Siyamed Sîpan: Belê di demên dawî de navê Serhado em gelekî dibihîzin, gelo hun dikarin xwe bidin nasîn? Serhado kiye?
Sarhado: Ez 22 salî me. Li Swêd ji dayik bûme, li bajarê Stokholm û li Stokholm mezin bûm. Dema ez 13 salî bûm min dest bi muzîka Hîp Hop kir û ev bû 2 heta 3 sal min wusa hêdî hêdî bi kurdî got. Ev 13 sale ez dibêjim bi zimanê swêdî, lê niha bi kurdî dibêjim. Albûma mina ku ev nîv sale ji aliyê Kom Muzîk ya li Stenbolê derketiye û niha zêde nema bi swêdî dibêjim, ji xwe dema min destpê kir, daxwaz û armanca min bû ku ez bi kurdî Hîp Hop ê çêbikim. Lê di destpêkê de ez bi xwe ne bawer bû ji ber ku ez tirsiyam ku dibe kurdiya min têrê neke. Nizanim wekî din çawa xwe bidim naskirin. |
|
Продолжение...
|
|
Новости -
Культура
|
Dema ez hê 7–8 salî bûm min guhdariya stranan dikir û ji nav wan ên ku kêfa min jê re dihatin ji xwe re jiber dikir û dixwend.Jiyan ji kerema xwe re tu dikarî piçekî behsa xwe bikî? Ez ji Farqînê me. Tevî min em heft xwişk û birayek in. Ez mezûna Zanîngeha Diyarbekirê, Beşa Otomotîvê ya Mekteba Bilind a Pîşeyî ya Batmanê me. |
|
Продолжение...
|
|
Новости -
Культура
|
Em Koma Mazlûm nêzîkî 20 salan e bi muzîka Kurdî mijûl dibin. Ji sala 1988’an û virde ye em bi gelek muzîsyenan re dixebitin. Ji kerema xwe re hûn dikarin piçekî behsa xwe? Em Koma Mazlûm nêzîkî 20 salan e bi muzîka Kurdî mijûl dibin. Ji sala 1988’an û virde ye em bi gelek muzîsyenan re dixebitin. Gelek eleman tevî koma me bûn û di nav pêvajoyê de hinek ji ber sedemên cuda ji me veqetiyan. Me di salên 1990’î de li bin banê Navenda Çanda Mezopotamyayê demekê xebatên xwe domand. Em niha bi 3 elemanê esil û bi çend hevalên enstrumanîst re di riya hunera Kurdî de pêşve diçin. |
|
Продолжение...
|
|
Новости -
Культура
|
«Ez guhdariya hunermendên amator ên herêmî jî dikim, lewre ev hunermendên amator ji bo min dibin wek çavkanyeke dewlemend.» Ji kerema xwe re tu dikarî piçekî behsa xwe bikî? Ez li Bedlîsê, li qeza Tetwanê, li gundê Corsinî, li mezra Axkîsî ji diya xwe bûme. Tevî min em heft bira û xwişkek in. Min dibistana seretayî û ya navîn li Tetwanê xwend. Bi pişt re çûm Avustralyayê û min çar salan li bajarê Sîdneyê, li Koleja Tafeyê zimanê Îngilizî xwend. Heşt sal e li Avustralyayê dijîm. Lê dema dibe bihar û havîn ez têm welêt û li wir zemanê xwe dibuhurînim. Xebatên xwe yên hunerî bi giranî li Avustralyayê didomînim. |
|
Продолжение...
|
|
|
Новости -
Культура
|
Mîrê Bilûrê Egîdê Cimo, ji mîkrofona PNA’yê re axivî û behsa rojên berê kir.HEVPEYVÎN Maşallah Dekak / Amed: Mîrê Bilûrê Egîdê Cimo, ji mîkrofona PNA’yê re axivî û behsa rojên berê kir. Egîdê Cimo, kul û keser, daxwaz û xwestekên xwe yên ji gelê kurd yek bi yek rêz kirina û bîranînên xwe yên bi Karapêtê Xaço re gotin. Me pirsî Mîrê Bilûrê bersiv da… |
|
Продолжение...
|
|
|
|
<< В начало < Предыдущая 1 2 3 4 5 6 7 8 9 10 Следующая > В конец >>
|
| Всего 65 - 72 из 221 |