|
Ji bo Egide Cimo plaketa rumete |
|
|
|
|
Написал Administrator
|
|
05.11.2007 |
|
HELÎN CUDÎ-ÊRÎVAN — Di civîna Komîteya Kurdistanê ya li paytextê Ermenistan Êrîvanê de hate lidarxistin de ji ber xizmeta ku Egîdê Cimo daye pêşvebirina çanda kurdî ‘Plaketa Rûmeta Taqdîrê’ hate dayîn. Mîrê Bilûrê Egîdê Cimo ku ji ber xizmeta dayî çanda kurdî di konferansa 3’yemîn a Tev Çandê de hêjayî xelatê hate dîtin. Bi vê armancê di civîna Komîteya Kurdistanên Plaketa Rûmetê ya Taqdîrê ji bo Egîdê Cimo hate dayîn.
VIDEO Endamê Komîteya Tev Çandê Osman Kurtalan axaftinek kir û wiha got: “Egîdê Cimo, kesekî ku temenê xwe daye muzîka kurdî û di nava hewldan û kedeke mezin de ye. Nirxên ku wî avakirine ji bo pêşvebirina dengbêjî û çanda kurdî di nava gel de eleqeyeke mezin dibîne.” Egîdê Cimo ku xelat wergirt wiha got: “Cara ewil e ku rastî tiştekî wiha têm. Ji ber ku layiqî vê xelatê hatime dîtin gelekî bextewar im. Ez spasiyên xwe ji mirovên ku min anîne vê rojê re dikim.” Egîdê Cimo, careke din li pêş beşdaran hunera xwe nîşan da. Egîdê Cimo di sala 1932’yan de li Içmezdîna Ermenistanê hate dinê. Malbata wî bi eslê xwe ji Çardêrana Wanê ne. Di sala 1918’an de ji ber pekutiyên dewleta Osmaniyan malbata wî koçî Ermenistanê dikin. Egîdê Cimo di 9 saliya xwe de dest bi hunerê dike û nêzî 30 salan di Radyoyaya Êrîvanê de xebitî. Xeyala herî mezin a Mîrê Bilûrê li paytextê Kurdistan Amedê zarokên kurd perwerde bike û ji bo pêşvebirina wan bixebite. |
|
Последнее обновление ( 05.11.2007 )
|
arev surik jhan maladehc shutov kgas hars...
Misa jan dangeta mara ba kyarama xode tara.albo...
re: re: - barev axper chat lava abres
re: - barev axper chat lava abres grum em