kurdish music, download kurdish music  
Главная

Главное меню
Главная
English
Ссылки
Новости
Гостевая
Контакты
Карта сайта
Скачать MP3
Скачать VIDEO
Новости Видео
ТВ - Прямой эфир
EzdixaneCHAT - Чат
Новости
article thumbnail Hesen Serif : Dewat 2008 ( 62 deq )

21.04.2008


Подробнее

article thumbnailZeynep : Xerabo 2008

30.05.2008


Подробнее

article thumbnailXeyredin Ekrem - Evare 2008

23.08.2008


Подробнее

article thumbnailSefqan Qamislo hejand

30.07.2007

Li Kurdistana Suriyê dem havîn e û saisona konsêrtên muzîkê dest pê...
Подробнее

article thumbnailExclusive Karwan Kamil Ji dili bo dili 2008 Albuma ni

24.07.2008


Подробнее

article thumbnailNizar Murad - Birya Te Dikem 2008

22.04.2008


Подробнее

Другие Новости
Новости для вашего сайта
 
07 Dec
Lorin Berzinci:Dengek kurdi di nav candeke ewropi-kurdi de Версия в формате PDF Версия для печати Отправить на e-mail
Написал Administrator   
07.12.2007

ImageEw mîna roniyeke nû ye di cîhana muzîka kurdî de: Lorîn Berzincî. Di şibata îsal de bi navê Çîrokên Evînê yekemîn alboma wê derket.
Evîn, bêrîkirin û dîsa evîn: Hema bêje stranek kurdî tune ye, ku behsa van mijaran nake. Lorîn Berzincî jî li ser evînê distirê. Lê ev dengê kurdî yê ciwan bi stîla xwe ya teze xwe ji yên dî cuda dike.
Stranbêja 27-salî dizane bê piraniya hezkiriyên muzîka kurdî dixwazin li çi guhdar dikin, lê dîsa jî wê biryar da ku stîleke wê ya taybetî hebe: «Bi rastî weke keçek kurd ku di nav Kurdan de mezin bûye, kêfa min jî gelekî ji muzîka dîlan û folklora kurdî re tê. Lê min biryar dabû ku eger ez CDeyeke nû çêkim, divê mirov tiştekî nû pêşkêşî miletê xwe bike; tiştekî nû ji bo min ku ez çêbikim û ne tiştekî ku ez rabim dubare bikim. Îca eger stîlek bi dilê herkesî be yan na, ez bawer nakim ku mirov tucarî kare herkesî razî bike. Bi kêmanî min xwe razî kir, wekî destpêk.»

Скачать

Lê ta ku Lorîn alboma xwe «Çîrokên Evînê» bi dest xist, pênc sal derbas bûn. Li kêleka xwendina wê ya Rojhilatnasiyê û herweha dersên wê yên xurtkirina deng, divyabû ku Lorîn kar jî bike, da ku bikaribe mesrefa projekta xwe ya dil derxîne. Di cîhaneke muzîkê mîna ya kurdî de, ku bazareke muzîkê ya organîzekirî nas nake, ne diyar e bê wê ev berhem tucarî mesrefa xwe derxîne. Lê ji bo Lorîn ne tenê serketina aborî giring e: Xebata di muzîka wê de hişt ku bi taybetî kesayetiya wê xurtir bibe: „Gelek caran min ev pirs ji xwe kiriye. Wek keç di temenekî biçûk de di brancha muzîkê de ne hesanî ye. Lê niha piştî ku derketiye, û min bi kêmanî pênc sal ji temenê xwe dan wê, ez ne poşman im; ez bawer im ez piçekî bi xwe serbilind im jî. Baş e mirov ku ji xwe re isbat bike ku ez jî dikarim, ne tenê wek keç, lê wek mirov, dikarim tiştekî nû çêbikim, tiştekî ku min çêkiribe”.
Image
Lorîn Berzincî ji 11-saliya xwe de li Swêdê dijî, li welatekî ku ji bo siyaseta xwe ya integratsyonê ya serketî hatiye naskirin. Hunermenda ji Kurdistana Suriyê ji vê yekê sûd girt: Ji bilî paraztina çanda xwe ya kurdî, evîndara muzîkê ya xwedî talenta zimanan karî xwe ji çanda rojava ya dewlemend re veke: „Mîna gelek ciwanên ku li derveyî welat mezin bûne, mirov piçekî ji herdu çandan dikişîne xwe. Ez piçekî ji baştirînên kurdî dibim û piçekî ji baştirînên swêdî. Ez dixwazim ez tewazineke xwe bibîbim. Mirov gava şexsiyeta xwe dît, xwe nas kir, ez bawer im dikare karekî baştir jî bi pêş ve bibe. Prinsîpa min a di jiyanê de ev e: Ku ez ji xwe bawer bim, ez bawer dikim mirov dikare xwe û kesên li dora xwe jî qanii bike.“
Image
Stranên Lorîn bi kurdî ne û ew dibêje ku ji bilî bi kurdî ne di bala wê de ye ku ew bi zimanine dî bistirê. Ji bo wê zimanê dayikê meseleyeke dil e, wek ku ew diyar dike. Lê wek wê, muzîka wê jî ketiye bin bandora çanda rojavayî: „Ez bawer dikim bandoreke mezin e. Malbata me gelekî kurdperez e. Lê ji aliyê guh û mejiyê min ve kêfa min ji muzîka cîhanî re tê, ne tenê ji ya ewropî tenê re. Ez bawer im mesela ku gerek mirov li gorî guhdarên kurdî yan ên dî here, di dema niha de şaş e. Ez bawer dikim tiştê ji dil derkeve, gerek derkeve û bigihê dil. Îca niha di vê demê de ev şexsiyeta Lorîn e. Ev tiştk di muzîka min de jî diyar dibe. Em ji bîr nekin ku min zêdî nîvê temenê xwe li Swêdê derbas kiriye. Lê dilê min her dîsa kurd e, û ji Qamişlo me.“
Image
Li Qamişloyê Lorîn ji dayik bûye. Strana ku wê di alboma xwe de diyarî bajarê xwe kiriye, nîşan dide bê çiqasî ev bajar jê re giring e. Lê tevê vî yekê jî hişê Lorîn di navbera Qamişlo û Stockholmê de diçe û tê, bêyî ku ew ji xwe re destnîşan bike bê ka ew li kû derê xwe li malê hest dike: “Gelek ciwan hene, ne xwe li wê derê dibînin, ne jî xwe li derveyî welêt dibînin. Qamişlo ji min re ne welat e, Swêd ji min re ne welat e, lê bi rastî Qamişlo ji min re ciyek e ku ez carinan di xeyalên xwe de direvêmê, xwe lê diveşêrim. Ez dihisim min zaroktiya xwe li wê derê hişt, ew zaroktiya bi ken derbas bû. Rêya derketina me ji welat zaroktiya min kujt, xweşbûna jiyanê kujt. Ew ji min re tim hesret e. Heta ji min tê ez gelek caran dixwazim herim wir û ez diçim jî.“

www.lorinmusic.com

Комментарии
Поиск RSS
omar2222   |2008-01-05 12:11:07
privet







beritanli   |2008-01-23 20:30:16
spas heval
Только зарегистрированные пользователи могут оставлять комментарии!
Русская редакция: www.freedom-ru.net & www.joobb.ru

3.23 Copyright © 2007 Alain Georgette / Copyright © 2006 Frantisek Hliva. All rights reserved."

Последнее обновление ( 07.12.2007 )
 
< Пред.   След. >
 
Авторизация
Забыли пароль? Вы не зарегистрированы. Регистрация
Кто в онлайне
Сейчас на сайте:
Гостей - 13
и пользователей - 7
  • dikaaa
  • Mikeilla
  • nanxwer
  • lt07
  • ВОВА05
  • gio_bali
  • pivazi
Ezdixan MP3 Player
Последние коментарии
Поиск

 
 

Наш электронный адрес: admin@ezdixan.com

Вся информация, размещенная на данном веб-сайте, предназначена только для персонального использования и не подлежит дальнейшему воспроизведению и / или распространению в какой-либо форме, иначе как с письменного разрешенияEzdixan.com.

KurdTOP.com - Best Kurdish site on the net! Music, news

Statistics