kurdish music, download kurdish music  
Главная

Главное меню
Главная
English
Ссылки
Новости
Гостевая
Контакты
Карта сайта
Скачать MP3
Скачать VIDEO
Новости Видео
ТВ - Прямой эфир
EzdixaneCHAT - Чат
Новости
article thumbnailBaxan 2007

20.09.2007


Подробнее

article thumbnailВолна протеста

27.02.2007


Подробнее

article thumbnailHeval Ibrahim 2007 ( Xozi )

07.03.2007


Подробнее

article thumbnailCiwan Haco : Diyarbekir 2008

10.06.2008


Подробнее

article thumbnailHevpeyivin bi Rodi re

07.06.2008

Ji kerema xwe re tu dikarî piçekî behsa xwe bikî? Ez di sala 1978’an de li...
Подробнее

article thumbnailYekbun : Keje (2007)

22.07.2007


Подробнее

Другие Новости
Новости для вашего сайта
 
08 Dec
Hozan Cane; ez e bi tirki stiranan nebejim Версия в формате PDF Версия для печати Отправить на e-mail
Написал Administrator   
08.12.2007
ImageEz hîn 11 salî bûm bi biryara diya xwe zewicîm. Keçek min çêbû. Gava ez 14 salî bûm jî mêrê min hêwî anî ser min û min jî dawî li zewaca xwe anî û koçî bajarê Edenê kir
Beriya pirsên me tu dikarî xwe bi kurtî ji bo xwendevanên me bidî nasandin? Hozan Canê kî ye?
Ez Canê di sala 1971ê de li navçeya Qereyaziya Erziromê hatime dinê. Malbata me bi navûdeng bû. Ji mala  axayê heri mezin ê Qereyaziyê ne. Em ji eşîra Zirikîyan e. Wexta ez çêbûme ji min re Cano digotin. Ji ber ku diya min beriya min 7 keçik anîbûn û qet lawik tunebûn û ez ya biçûktir im.
Beriya ez çêbim xwuşkek min dimire. Wê gavê bavê min ji diya min re dibêje “çewa be tu yê dîsa keçikek din binî dinê. Loma jî ne hewce ye em navek din peyde bikin û  navê xwuşka min a rahmetî li min datînin. Navê minê Canê ji wur tê. Lê  bavê min her tim ji min re digot Cano.  Ji ber ku ew li bendê bû ku kurek jê re çêbe lê mixabin ez çêbûm. Lê piştî min 3 birayên min jî çêbûn.

Ez hîn biçûk bûm bavê min mir. Em zarok, pir biçûk bûn û dayika me jî bê çare mabû. Nizanîbû ê çi bike loma jî keçên xwe hîn di umrê zaroktîyê de dan mêr, ew zewicandin.
Ez jî hîn 11 salî bûm bi biryara diya xwe zewicîm.  Keçek min çêbû. Gava ez 14 salî bûm jî mêrê min hêwî anî ser min û min jî dawî li zewaca xwe anî û koçî bajarê Edenê kir. Ji ber ku ez hîn zarok bûm keça min bi biryara mehkemê li cem diya min ma. Li Edenê ez çûm dibistanê û piştre jî ez çûm Stenbolê li cem xwuşka xwe  mam. Li wur min lîse temam kir.


- Baş e. Bi rastî jî te jiyaneke dijwar derbas kiriye. Îcar li ber van derd û koçberiyan  çawa çêbû ku te dest bi hozantiyê kir. Te çawa îmkan peyde kir?
 
— Ji xwe wexta ez li Edenê bûm, li dibistanê her kesî digot ku dengê te gelek xweş e. Gava ez hatim Stenbolê û  haya xwuşka min jî jê hebû ku dengê min xweş e û ji min re got ”ezê te bişinim konservatuarê”.
 
- Kîjan konservatuar bû?
 
- Ya Arif Sag bû. Arif  Sag mamostê min e.  Arif Sag  ji bo ez têkevim konservatuarê, li  dengê min guhdarî kir û eciband.
- Te bi kîjan zimanî gotibû?
- Bi tirkî.
 
- Kîjan stiran bû?

— Daglar seni delîk deşîk delerîm.
 
- Ê piştre çawa dom kir?
Arif Sag dengê min pirr eciband û li ser sekinî ku ez konservatuarê dom bikim.

Xwendina konservatuarê ji min re piçek zehmet dihat. Ji min dixwestin ku ez fêrî enstrumentekê jî bibim. Di heman demê de min lisey jî dixwend. Loma min dev ji fêrbûna enstrumentê berda. Di 3 salan de ez li konservatuarê fêrî  teknîka  deng  bûm. Jê re dibêjin şan  yanî teknîka qirikê a gewriyê.
Piştî 3 salan Arif Sag dîsa hat dengê min guhdarî kir û ji min re got  ”otantîka dengê te a berê nemaye. Dengê te pirtir li ser otantîka folklorê ye. Piştre nizanim li konservatuarê wan çawa li hev kir. Lê biryar hat dayin ku ez bi kurdî CDyekî çêkim”. 

Agahiyên Arif Sag ên li ser muzîka kurdî hene?
Ma ew bi kurdî zane?
Na, Arif Sag kurdî nizane, lê ji stiranên kurdî pirr  hez dike û tu zanî ew jî serhedî ye, ji Erziromê ye. Agahiyên wî li ser muzîka kurdî hene.
 
Min pêşniyara wî qebûl kir. Lê piştre wî ji min re got ku ”em ji te re mamosteyek kurdî jî peyde bikin ji bo li ser dengê te ê kurdî baş bisekine û te hinek din perwerde bike”.
 
- Te bi vî awayî dest bi stiranên kurdî kir. Mamostê te ên kurdî kî bûn?
 
Di vê navberê de ez dixwazim bêjim ku rojekê diya min jî telefonî min kir û got ” binêre te dev ji mêrê xwe berdaye û nuha jî tu dixwazî stiranên tirkî bêjî. Heke tu bi tirkî CDyekê çêkî  ez te helal nakim û malbat jî dê te bikuje.”
 
- Reaksîyona te li hember van gotinên diya te çawa bû?

Helbet, min bi gotina diya xwe kir û ji diya xwe re jî got ” ez heta sax bim ezê bi tirkî stiranan nestirêm.
 
-Hata nuha te  di CDyekê de an jî di konseran de  bi tirkî stiran negotine?

-Min di  CD yên xwe de negotiye lê carekê di TVê de li ser şehîdek kurd min  stiranek bi tîrkî got. Ew jî daxwaza hinekan bû.
 
Baş e mamostê te ê kurdî  kî bûn?
 
Momostê min Şîyar Farqînî û Kazim Bora bûn. Di albuma min a ewil de Şiyar Farqinî mamostê min bû. Heta me du stiran bi hev re jî duet kir û di yên din de jî wî ji min re vokaltî kir. Bi vî awayî min dest bi stiranbêjiya kurdî kir.
 
Weki din wê demê kî hebûn ku alîkariya te dikirin. Min bihîst ku wê demê têkiliya te bi Ayşe Şan û dengbêjê navdar Şakiro re jî çêbûye?
 
Erê rast e, me çend hunermendan bi hev re bi hunermenda nemir û navdar  Ayşe Şan re  CDyek  çêkir.  Şakiro jî di vê navberê de gelek alîkariya min kir. Hûn zanin ew bi xwe  jî serhedî ye û ji xwe ji nêzîki gundê me ye.
 
Ew sal gelek dijwar derbas dibûn. Zehmetî an jî astengîyên çawa derdiketin hemberî te. Helwesta dewletê çawa bû?
 
Zehmetî gelek bûn. Gava min CDya ewil bi fîrmayeke Diyarbekirê ku navê wî Ataman  bû çêkir, êdi ez li wur  bi gotinên wek  kurd,  Kurdistan, PKK, apocî û hwd hesiyam. Bi  rastî cara ewil bû, min tiştên wisa dibihîstin. Ez gelek biçûk bûm. Min berê ev gotin qet nebihîstibûn. Erê min zanîbû ku ez kurd im, lê ne bi awayê kurdistanî û welatparêzî. Qet agahiyên min tune bûn. Carna behsa hinek tiştan dibû, ji xwe min nizanîbû maneya wan çî ye. Ev gotin ji bo min tiştên nû bûn. Bi rastîmin nizanîbû  Kurdistan çiye.   

Derûdora wir pirr politîk bûn. Êdî ez jî hêdî hêdî hişyar dibûm. Bi xwe dihesiyam ku ez kî me? Êdî pirr caran ez û polîsên dewleta tirk me hewûdu nas kir û em pirr caran hatin hemberî hev jî.
 
Qet tu hatî girtin?
 
Erê çawa, ez pirr caran hatim girtin. Carekê di sala 1991ê de  li Wanê di  konserekê de ez hatim girtin û 9 meh di hepsa Wanê de mam.  Haya min ji tiştekî tune bû, behsa apociyan dikirin, ji min dipirsîn lê min fahm nedikir, çi dibêjin. Bê sûc û bê îfade ez 9 mehan di hepsa Wanê de mam.  Di hepsê de 15 rojan min îşkence dît.
 
Piştî wê ez vegeriyam Stenbolê li wir jî hatim binçavkirin û ez tehdîd dikirim ku ez dev ji karê xwe yê hunermendîyê berdim. Lê min wisa nekir.
 
Dîsa rojekî pişti konsera HEPê ez û hevaleka xwe wexta em diçûn malê, hinek kesên nediyar bi demançeyan êrîşî me kir. Ez bi 3 gulleyan brîndar bûm. Ez rakirim  nexweşxaneyê û ameliyat kirin û ez 40 rojan di nexweşxaneyê de mam.  Ji mirinê filitîm.
 
Di vê navberê de min ji xwe re pasaportek çêkir. Êdî ne dibû ez li wur bimînin. Min biryar girt ku ez derkevim derveyî welat. Lê êşa brînên min dom dikir.  
 
Ez hatim Almanyayê li Dortmundê jî 3 mehan li nexweşxaneyê mam. Ji nuh ve ameliyat bûm. Hîna jî êşên brînên min dom dikin. Jiyana min a tenduristîyê kete xeteriyê.
 
Bi rastî jiyana te gelek bi êş û xeman derbas bûye. Nuha jî  em werin ser Canê ya hunermend,  Hozan Canê. Pirtir kîjan hunermendî/ê tesîr li te kir ku tu jî stiranan bêjî.
 
Bi rastî wexta ku ez 5 salî bûme min radyoya Erîvanê guhdarî dikir.  Diya min behs dikir. Bavê min radyokî kirîbû ji bo em li stiranên kurdî ên di  Radyoya Erîvanê de dihatin weşandin, guhdarî bikin.
 
Rojekê Meyram Xan a mezin kilama 
“Ay de bavo
ez ê bi dîharê Mûşa şewitî
dikevim nava genima” di radyoyê de digot.
 
Diya min piştre ji min re behs kir. Gava Meyrem Xan stiran digot, ez qeherîme, hema ez çûme min çend kursiyên ji gihê anîne û min ew danine ser hev da ku destê xwe bigihijînim Radyoyê û min piştre radyo şikandiye û gotiye ” bira ev jinika han nebêje ez dixwazim bêjim.
 
Min radyo şikand. Wê demê hûn zanin radyo gelek bi qimet bû. Diya min hêrs bûye û li min xistiye.
 
Baş e te piştre ew stirana Meyrem Xan  got?
 
Erê di CDya xwe  ya ewil de min ew stiran got.  Ez dixwazim bêjim ku Meyrem Xan a nemir pir tesîr li min kiriye. Wekî din tesîra Şakiro jî pir li min bûye û ji xwe min bi Ayşe Şan a nemir  re jî xebateke hêja kir.
 Image
Gava te wefata Ayşe Şanê  bihîst tu li ku bûy. Te wê gavê çi hîs kir?
 
Mixabin ez pir xemxîn bûm. Jiber ku ez li Almanyayê bûm, min nikaribû biçûma cenazeyê wê. Jana wê hîn jî di dilê min de maye.
Beriya mirina xwe rojekê telefonî akademiya me a li Almanyayê kir  û got  ” Ez pirr nexweş im, min bibin Ewropayê” piştre digot ” Ez dixwazim di salên dawî ê umrê xwe de tiştek li wur  çêkim.” Dixwest were li Ewropayê derkeve televîzyona kurdî  MedTVyê û her weha li Almanyayê jî tedawî bibe.
 
- Gelo çima nehat Ewropayê. Sedem çi bûn?
 
- Bi rastî ez jî nizanim çima daxwaza Ayşe Şan neanîn cîh û ew dernexistin derve. Kesî alîkariya wê nekir.
 
- Baş  e em dîsa werin ser muzîkê. Heta nuha te çend album derxistine?
- Yek tevlîhev e û 6 heb jî solo ê min in.

— A heri dawî kîjan e?
 
- A dawî CDya ”vegere”  ye.
 
- Stirana Efrinê jî di albuma dawiyê de ye, ne?
- Erê, stirana Efrînê  di albuma dawîyê de ye.
 
Min vîdeo klîba Efrinê temaşe kir. Bi aweyek profesyonelî hatiye çêkirin û ez bawer im te li Dubaîyê  kişandiye, ne?  Sponsorê te kî bûn?
 
Erê me li ber ”Birca El-Erebî” (hotela 7 stêrk) çêkir. Sponsorê min yekî ji Qamişloyê bû. Fîrmaya wî a balafiran heye. Ew bi xwe li Dubaiyê  dimîne. Me hevûdû li  Kurdistanê naskiribû.
 
Di klîbê de tu pir şil bûy. Te wek rol  xwe bi kincan avêt nav avê,  yan ji ber ku pirr germ bû te xwe bi kincan avêt nav bahrê?
 
Bi rastî jî pirr germ bû, 60 derece germ bû  û rolek min a wisa jî di klibê de tune bû. Ji ber germa, hema min xwe bi kincan avêt nav avê. Îcar av jî ji derva germtir bû. Belki 100 derece germ bû, hema zû bi zû ez ji avê derketim.
 
Bawer im Kliba te ya Efrinê di gelek kanalên TV yên erebî de jî hate weşandin ne?
 
Erê di 10 kanalên ereban de  hate weşandin.  Hinek ji wan wek NBC ya erebî, ya Dubaî û yê din. Mudurê NBC wê gavê ji min re got ku ev cara yekemîn e em klîbek bi kurdî di kanalên xwe de diweşînin. Vê jî ez pirr kêfxweş kirim.  

- Hinek kes dibêjin Canê bi klîba Efrîne xwestiye dest bi muzîka popê bike, ev muzîka me ya klasîk û gelêrî ku temsilkarên wan yek bi yek ji me diqetin û yên naqetin jî tên jibîr kirin, tu jî ji bo hezkiriyên muzîka  klasîk a kurdî hêvîyeka nuh  î. Tu ji bo van dîtinan çi dibêjî?
 
-Ez ne bi vê ditinê re me, ku min pop çêkiriye. Klîba Efrinê remîks  e (metoda muzîka otantik  a bi  cihazên elektronîk)  û ev klîb ji xwe  ji bo welatên biyaniyan  hatiye çêkirin.  Canê ê her dem stiranên klasîk bêje. Û min tu carî  jî stîla xwe neguhertiye.
 
Te çawa têkilî bi wan re danî û kî ji te re bû alîkar?
 
Peywendiya min bi rêya Enstutiya Kurdî a li Parîsê çêbû. Di vî warî de Dr. Kendal Nezan jî  pirr alîkariya min kir. Bi rastî pirr alîkariya Kendal Nezan çê bû ku ev  CD derkeve. Ez ji vir spasiya wan dikim.
 
Gava meriv xebata te a bi Kurdish National Symphony Orcestra  re dibîne te ahengiyek gelek baş daye navbera muzika  kurdî û muzîka klasîk a cîhanê. Meriv hîs dike.  Di rojên pêşde jî hûn difikirin ku xebatek wisa çêkin?
 
-Erê di sala  1997an de bû. Li Hollandayê di konserekê de  bi  Kurdish National Symphony Orcestra  min stirana ”Miho”  bê mîkrofon û bi 70 enstrumentan re  got.  Ev ji bo min nûbûnek bû.  Helbet  ez  dixwazim carekî  din  jî bi vî avayî konserê  bidim, lê mixabin nuha ji alî aborî û teknîkî de ne mumkin e. Mesrefek wê ya pirr mezin heye.
 
Ji xwe wê carê jî  bi rêya pêşbirkê dengê min hat hilbijartin û tenê ji bo carekê bû. Piştre  ew konser kirin cd û belav kirin. Yanî ez nuha dikarim bêjim 8 CDyên min hene.        

-Beriya demekê we  serdana Kurdistanê jî kir. Sedem çi bû. Ji bo çi tu çûy wir? Tu li wir derketî konseran.
 
-Na, ne ji bo konserê bû. Ji bo festîvalekê bû. Ez ji aliyê wezîrê kulturî hatim vexwendin. Li wir  beşdarî festîvala Hewlerê bûm. Piştre min klîba VEGERE yê jî li Kurdistanê çêkir.
 
-Gelo, tu qet difikirî rojekê  herî li wur bimînî û kar bikî?
-Bi rastî wexta ez li wur bûm ji zanîngeha Selehedînê pêşniyarek anîn ji min re ku ez li wur mamostetiya teknîka deng a beşê muzîkê bikim. Lê mixabin wê gavê îmkana min tune bû ku ez wî karî bikim. Ji ber ku li Almanyayê hinek karê ku ez dikim hene. Lê di rojên pêş de mumkin e.
 
Baş e tiştek ku  Canê heta nuha nekiriye û xeyala wê ye ku rojekê bike, çi ye?
 
Xeyala min bi rastî ew e ku ez rojekî di filmekî  sînemayê ê kurdî de rolekê bigrim.  Min ev nekiriye heta nuha.
 Image
Tu yê karibî wek artistekê di fîlm de rol bigrî. Di vî warî de qet tecrubeyên te hene?
 
Tecruba min a fîlmê sînemayê tûne lê min di rêzefîlmek ku di  MedyaTVê de 10 beş hat nîşandan, rol girt. Wekî din jî ev 20 sal in ez li ser dikê û 15 sal in jî li ber ekrana me me. Ez bi xwe bawerim ku ez ê karibim di fîlmê sînemayê de jî bilîzim
 
Te di kijan rêzefîlmê de rol girtibû, roleke sereke bû?
 
Di filmê ” Kolanên xerîbîyê” de. Rola min jî, ez mamosteyeka alman bûm ku min têkilî bi zarokên biyanî û malbatên wan re datanî.
 
Ma ji bo vê yekê qet îmkan çênebûn an jî teklîf nehatin ji  te re?
 
Heta nuha îmkan û teklîf jî tune bûn. Lê nuha du teklif hatine ji min re.  Yek ji fîrma Brukan ku dixwaze filmê destana eşîra  Brûkîyan çêke. Min teklîfa wan qebûl kir.  A din jî KurdistanTV teklifek anî ku ez di fîlmek kurdî de rol bigrim. Me peyman jî imze kiriye.
 
- Kengî dest pê dike?
- Heta 3 hefteyan ji bo kişandina fîlm ezê herim Kurdistanê.   

— Te di destpêkê de got ku te  keça xwe li cem diya xwe hiştibû.
Baş e keça te nuha çend salî ye û li ku ye û çî dike. Hûn hevdû dibînin?
 
- Erê çawa. Nuha ew jî li cem min li Almanyayê ye. Li Universiteya Essenê  xwendina xwe a li ser psîkolojiyê dom dike.  Dawiya hefteyan tim tê cem min.
 
Diya te nuha li ku ye. Têkiliyên we bi hev re hene?
 
Erê çawa. Diya min her roj piştî nimêja sibê bi telefonê li halê min dipirse. Nuha li Manîsayê dimîne, Ez ji diya xwe pirr hez dikim. Ji ber ku bavê min zû wefat kiribû, wê em hemû mezin kirin. Heqê wê li ser me pirr e.
 
- Baş e di dawiyê de tiştek ku tu bixwazi bêjî heye?
 
-Bi rasti ez dixwazim bêjim ku hunera kurdî di bin xeteriyê de ye û divê em kurd  xwedî li hunera xwe derkevin. Dewletek me ya mezin tune ye ku alikariya hunermendên xwe bike. Lê sazî û TVyên me hene divê ew alikarbin. Divê hin unsurên  biyanî ku katine nav hunera kurdî ji ali saziyên me neyên qebulkirin û neyên parastin.Kurdistana federe jî divê  ji bo van tiştan qanûnan derxe û xwedî li huner û hunermendên  kurd derkeve. Divê  ew kesên ku bi rastî jî kurdî nizanin û qaşo hunera kurdîtiyê dikin rê li ber van  bê girtin ku muzîka kurdî nehelînin û da ku orjînalîteya wê bê paraztin.
 
-Baş e, Hozan Canê em gelek spasiya te dikin ku te ev hevpeyivîn da NETKURDê.
-Ez jî gelek spas dikim ji Netkurdê re. Bi rastî min jî texmin nedikir ku ez ê ew qas agahiyên fireh bidim  xwendevanan.  Ji bo min jî baş bû.
Serkeftin ji we re û dîsa spas.  
Amadekar:Mehdi Cilgin

Çavkanî: Netkurd










Комментарии
Поиск RSS
dilman xanki     |2008-02-04 12:52:23
slav je del
je bo ta hozan cane
sarkaften je tara dxazm
sopas hlbasvan dlman
xanki
Только зарегистрированные пользователи могут оставлять комментарии!
Русская редакция: www.freedom-ru.net & www.joobb.ru

3.23 Copyright © 2007 Alain Georgette / Copyright © 2006 Frantisek Hliva. All rights reserved."

Последнее обновление ( 08.12.2007 )
 
< Пред.   След. >
Новости

Новости видео

 
Авторизация
Забыли пароль? Вы не зарегистрированы. Регистрация
Кто в онлайне
Сейчас на сайте:
Гостей - 7
и пользователей - 7
  • ronai
  • meran2059
  • Mikeilla
  • lt07
  • ВОВА05
  • arpine
  • pivazi
Ezdixan MP3 Player
Последние коментарии
Поиск

 
 

Наш электронный адрес: admin@ezdixan.com

Вся информация, размещенная на данном веб-сайте, предназначена только для персонального использования и не подлежит дальнейшему воспроизведению и / или распространению в какой-либо форме, иначе как с письменного разрешенияEzdixan.com.

KurdTOP.com - Best Kurdish site on the net! Music, news

Statistics