kurdish music, download kurdish music  
Главная

Главное меню
Главная
English
Ссылки
Новости
Гостевая
Контакты
Карта сайта
Скачать MP3
Скачать VIDEO
Новости Видео
ТВ - Прямой эфир
EzdixaneCHAT - Чат
Новости
article thumbnailXanemir : Mevanim

10.04.2007


Подробнее

article thumbnailRojin : Deq - Doevme 2008

25.05.2008


Подробнее

article thumbnailJi Eyse San “Stranen Bijarti”

11.08.2007

(09.08.2007) Kom Müzik, stranên bijare yên hunermenda nemir a kurd Eyşe Şanê di...
Подробнее

article thumbnailZakaria 2007

06.01.2007


Подробнее

article thumbnail Выступление детской группы "Denge Zaroken Amede" в Сан-Франциско вызвало ярость МВД Турции

15.11.2007

Министерство внутренних дел Турции начало расследование выступления курдской детской вокально-хоровой группы...
Подробнее

article thumbnailXeyredin Ekrem - Evare 2008

23.08.2008


Подробнее

Другие Новости
Новости для вашего сайта
 
27 Dec
Konsera Nizamettin Aric u Delil Dilaner Версия в формате PDF Версия для печати Отправить на e-mail
Написал Administrator   
27.12.2007

Image
Wê rojê ez û dostekî em li ser dawetnameya Pur Sound ji bo konsera Şevên Zivistanê li bajarê K
öln bûn. (foto album)Ev cara yekemîne ku ez beşdarî konsereke ku her du hunermend Nizamettin Ariç û Delîl Dilaner bi hev re beşdar dibin, dibim.Spas ji bo Per Sound û xwediyê wê kek Hakan Akay…Du hunermdên dengxweş û serkeftî bi hev re di konserekê de amade dibin û stranên xwe yên xwe dengdayî pêşkêş dikin.

Salona ku nêzîkî 300 kes radikir, hate dagirtin. Bi destpêkirina konserê re jî hemû deng hatine birrîn. Ariç derkete ser sehneyê û bi xêrhatina mêvanan kir. Mêvanan jî bi çepikên xwe bersiva wî dan.

Nizamettin gilî û gazin ji generasyona xwe kir, got: “Em, yanî generasyona min, em nebûne nimûneyeke baş ji nifşê nû re… em hesûd in, em çavnebar in, 28 salin li Ewropa me, lê me hîn jî konsereke wiha çênekiriye, ev ji hesûdî û çavnebariya me tê… cara yekemîne ku tiştekî wiha profesyonel tê çêkirin, bi taybetî jî bi kesekî weke Delîl Dilaner re, hunermendê dengxweş…”

Ariç, ew hunermendên ku bi salane li ser sehneyê ne û heya niha bi destê yek hunermendî/ê negirtine anîn bîra min, ew kesên ku ji xeynî xwe kesekî din nabînin, ew kesên ku dibêjin “ez û ne kesekî din” anîn bîra min… ew kesên ku tu ji wan dipirsî “tu ji dengê kîjan hunermendî hez dikî?” navê hunermendên mirî ji te re yek bi yek dijmêrin… ew kesên ku heya qirikê di nava nexweşiya “ez” de ne… anîn bîra min.

Nizamettin ji nêzîk ve nas nakim, lê belê li ser wî dibêjin “ew ji gel dûr e… ew pir ji xwe razî ye…” nikarim tiştekî bibêjim, lê belê hostayê hunera xwe ye. Heya niha di nava Kurdan de, nimûneyek e. Kêm konseran çêdike, lê belê konserên ku çêdike jî, dihêle ku mirov matmayî bimîne û bibêje “Kurd jî dikakrin koserên wiha çêbikin…”

Derketina Ariç û Dilaner di yek konserê de nimûneyeke baş e. Nimûneya wê yekê ye ku hunermend bê piştgiriya tu partiyan jî dikarin hunera xwe pêşkêş bikin û hem jî bi awayekî serkeftî.

Image

Salona konserê ne gelekî modern bû. Lê belê kesên ku hatibûn, baş dizanibûn guhdarî bikin. Ne qîrewîra zarok, ne slogan, ne şîşên Dönerê û ne jî cixarekişandin. Mirov dizanibû ku çûye di konserekê de bi kêf ji xwe re li stranan guhdarî bike.

Nizamettin Ariç pesna Delîl Dilaner da, bi rastî jî hêjayî guhdarkirinê ye. Ew klasîkan dibêje, lê bi stîleke nûjen, ciwan pir li klasîkan guhdarî nakin, lê belê li Delîl guhdarî dikin. Delîl Şakiro nû kiriye. Ev nûkirin dihêle ku klasîkên me ji nû ve werin guhdarîkirin û hezkirin.

Hinek, dema ku klasîkan dibêjin, dikujin, xerab dikin. Her tiştê wê xerab dikin, wan klasîkan li ber çavên mirov reş dikin, lê belê Delîl ew xweştir kirine. Weke nimûne destana Derwêşê Evdî. Delîl di konserê de negot, zeman tune bû. Lê belê ji xwe re bînin berçavên xwe, di konserê de ciwan radibin ser piyan bi deqeyan li çepikan dixînin û bi dengekî bilind gazî Delîl dikin: Dewrêşê Evdî…  Dewrêşê Evdî… Dewrêşê Evdî..! Ciwan êdî bi dengê Delîl Dilaner li Dewrêşê Evdî guhdarî dikin. Ev nimûneyeke gelekî baş e.

Di konserê de tiştekî din balkêş hebû.

Pîvazên Nizamttin Ariç:

Nizamettin Ariç bi qedehekê derkete ser sehneyê… gulpek lêxist, li me nihêrî û got: «Ava pîvazan e… ne xweş e, lê…»

Piştre got: «Av sar e, û pîvaz gelekî hatine hûr kirin… min ji wan re gotibû pîvzekê tenê bikin çar perçe, lê gelekî hûr kirine…»

Xortek derkete ser sehneyê û qedeh bir. Çû pîvazeke nû kir çar perçe û careke din ji Nizamettin re bir. Piştî ku dawî li straneke xwe anî. Careke din qedeh rakir, gulpek lêxist. Li me nihêrî û got: «Ok, lê belê av ne germ e… min gotibû bila av germ e… bikelîne, bila ava kelandî be…»

Xort careke din çû ser sehneyê. Qedeh ji dest ji Nizamettin Ariç girt, vê carê pîvaz di nava ava kelandî de perçe kirin û bir danî kêleka Ariç. Piştî ku dawî li strana xwe anî, qedeh rakir, gulpek lêxist û got: Niha baş e.

Gelo sirrê vexwarina ava pîvazan ji bo hunermendekî çi ye? Nizanim. Ji hunermendan dipirsim.

Piştî ku Delîl programa xwe qedand, bêhndanek hate dayîn. Di vê navberê de, ew li ser mêvanan geriya û yek bi yek bi xêrhatina wan kir.

Nizamettin jî programa xwe qedand, vê carê du-sê stran bi hev re gotin.

Heya saat 12 şevê konserê dirêj kir. Dema ku em derketin, dostê ku bi min re bû, ji min re got: Bravo, tiştekî baş kirin, bila hunermend, sazî, partî û rêkxistinên me ji xwe re dersan jê bigirin.

Этот адрес e-mail защищен от спам-ботов. Чтобы увидеть его, у Вас должен быть включен Java-Script      Dilbixwîn Dara

Комментарии
Поиск RSS
Только зарегистрированные пользователи могут оставлять комментарии!
Русская редакция: www.freedom-ru.net & www.joobb.ru

3.23 Copyright © 2007 Alain Georgette / Copyright © 2006 Frantisek Hliva. All rights reserved."

 
< Пред.   След. >
Новости

Новости видео

 
Авторизация
Забыли пароль? Вы не зарегистрированы. Регистрация
Кто в онлайне
Сейчас на сайте:
Гостей - 14
и пользователей - 7
  • ZuRik
  • ruis27051983
  • mitano
  • shilan11
  • khatoev
  • ХАДО
  • Telo
Ezdixan MP3 Player
Последние коментарии
Поиск

 
 

Наш электронный адрес: admin@ezdixan.com

Вся информация, размещенная на данном веб-сайте, предназначена только для персонального использования и не подлежит дальнейшему воспроизведению и / или распространению в какой-либо форме, иначе как с письменного разрешенияEzdixan.com.

KurdTOP.com - Best Kurdish site on the net! Music, news

Statistics