kurdish music, download kurdish music  
Главная

Главное меню
Главная
English
Ссылки
Новости
Гостевая
Контакты
Карта сайта
Скачать MP3
Скачать VIDEO
Новости Видео
ТВ - Прямой эфир
EzdixaneCHAT - Чат
Новости
article thumbnailCane : Vegere

03.02.2007


Подробнее

article thumbnailKocher : Kochber 2007

27.09.2007


Подробнее

article thumbnailAzad 2008

15.06.2008


Подробнее

article thumbnailKoma Seyran

07.01.2007


Подробнее

article thumbnailAbbas Ahmed:Bi Tene (2007)

06.04.2007


Подробнее

article thumbnailKoma Carnewadan ( 2007 )

05.04.2007


Подробнее

Другие Новости
Новости для вашего сайта
 
11 Feb
Egide Cimo: Dive kurd qedr u qimeta hunermendan bizanibin Версия в формате PDF Версия для печати Отправить на e-mail
Написал Administrator   
11.02.2008
ImageMîrê Bilûrê Egîdê Cimo, ji mîkrofona PNA’yê re axivî û behsa rojên berê kir.
HEVPEYVÎN  Maşallah Dekak / Amed: Mîrê Bilûrê Egîdê Cimo, ji mîkrofona PNA’yê re axivî û behsa rojên berê kir. Egîdê Cimo, kul û keser, daxwaz û xwestekên xwe yên ji gelê kurd yek bi yek rêz kirina û bîranînên xwe yên bi Karapêtê Xaço re gotin. Me pirsî Mîrê Bilûrê bersiv da…

Hûn bi çi awayî koçî Ermenistanê bûn, ji ku derê koçber bûn?

Di sala 1918’an de fermana êzîdiyan rakirin. Ev tişt di dema dewleta Osmanî de çêbû. Ji ber vê yekê malbata me neçar man ku ji Bêgiriya Wanê dev ji cih û warê xwe berdin û berê xwe bidin xeribîstanê. Tên li Ermenistanê bi cih dibin. Gelek ji nas û dost û heval û hogirên dapîr û bapîrên min ji ber ku ava çemê li kêleka Qers û Ermenistanê boş e, di çem de dixeniqin. Bi zor û bela kêm kes bi saxî û selametî digihijin Ermenistanê. Ez jî di sala 1932’an de, li Ermenistanê ji dayik bûm. Min hemû zaroktî, huner û dereceya xwe li Ermenistanê derbas kir.

Em niha jî bên ser hunera we. Gelo we kengê dest bi bilûrê kir, tu dikarî hinekî behsa bilûrvaniya xwe bikî?

Min di zaroktiya xwe de dawet hez kirine, kilam hez kirine û çîrok hez kirine. Li gundê me behsa Mem û Zîn û destanan dihate kirin. Ez di zarokatiya xwe de diçûm ber berxên malê.  Li vir sazbendî û bilûrvanî kete rihê min. Li ber gundê me çemek hebû. Jê re digotin Çemê Reş. Li ber vî çemî mîna daristanê tije qamîş hebûn. Rojek kete serê min, min got ez ji xwe re qamûşek biçinim, ji xwe re bikim fîq û li fîqê bixim. Taybetiyeke qamûşan heye, berêvarkî dema bayê hênik li qamûşan dixe, ew li hev dikevin û bi xwe bi xwe ji wan deng derdikeve. Carekê dengek wisa kete guhê min. Min got divê ez ji van qamûşan deng derxînim. Min girt kêrikek xwe ya biçûk û ez ketim nava van qamûşan. Min çend heb çinîn, çêkir û xira kir, min lê nihêrt ji yekê deng derket. Êdî ez ji şabûna nizanim çi bikim… Bi şev û roj êdî min li ber berxan, virde û wê de li fîqê dixist. Banê mala me li gund banê herî bilind bû. Min gelek caran berêvarkî li qamûşê dixist, hemû gundî li ber min kom dibûn û dengê fîqa min guhdar dikirin. Ez ew dem çûr bûm, hinek kej bûm. Ji ber vê yekê ji min re digotin vaye Kejo dîsa li bilûrê xist û di ser me de lorand…

Te cara yekemîn kîjan qeydeyê lêxist?

Min êdî her berêvarkî li ser banê me ji heval, dost û yarê xwe re li bilûrê dixist. Dengê bilûrê êvarkî mirov sermest dike. Çimkî dengek pir xweş, hestiyar û bilind derdixe. Piştî ku min epey li bilûrê xist, ez hînê qeydeyan bûm. Min meqama yekemîn Kûran Çayê Topê Qersê lêda. Wisa bibû êdî dema min li bilûrê dixist, gundiyan gazî hev dikir, digotin gundîno, malîno Kejo dîsa hatiye ser bên li bilûrê dixe. Her kes li dora min dicivîn û li bilûrê guhdar dikir. Derdor dibû wek qada konserê.

Tu meqam û qeydeyan ji hunermendan hîn bûyî yan tu bixwe hîn bûyî?

Bawer bike ez gelek tişt ber xwe ve hîn bûme. Di li gundên me û gundên cînaran dawet çêdibûn. Sazbend û hunermend beşdarî van dawetan dibûn. Min digot divê ez jî meqama ku ew lêdixin hîn bibim. Bi şev û roj bi xwe bi xwe dixebitîm û piştre min lê dinihêrt ku êdî ez wê meqamê dikarim derxînim. Li aliyê me sazbendek bi nav û deng Şamilê Beko hebû. Bi malbata xwe re diçû konser dida. Bi qîz û kurê xwe re ekîbek çêkiribû. Rojek hate gundê me konserek da. Gundiyê me jê re navê min dibêjin. Ew jî dixwaze min bibîne. Wî camêrî gazî min kir. Ez çûm, min li cem wî lêxist. Ji bilûra min pir hez kir. Got ji vir û şûnde êdî tu jî di ekîba min de yî. Ji wê rojê û şûnde em bi hev re diçûn dawet û konseran.  Ez ew çax 14 salî bûm. Me çend salan bi hev re lêxist.

Te kengê dest bi Radyoya Dengê Êrîvanê kir?

Piştî ku radyo di sala 1955’an de ava bû, ew dem berpirsyarê radyoyê Casimê Celîl bû. Ez ew dem di konser û dawetan de êdî dihatim naskirin. Ji ber vê yekê Casimê Celîl ji min re got were li radyoyê tu li bilûrê bixe û bila dengbêj jî bistirên. Bi qasî 8 salan min li ba Casimê Celîl li radyoyê kar kir. Ez li dengbêjan digeriyam, min li bilûrê dixist û gelek tiştên din dikir. Lê bi resmî ez nedixebitîm. Hingê te çiqas kilam lêdidan, komî ser hev dikirin û piştre pereyê te didan. Piştî bi salan şûnde dîtin ku ez vî karî dikarim bikim û baş jî dikim; ez kirim kadro. Êdî ez bi resmî dixebitîm. Ez ji 30 salan zêdetir di radyoyê de xebitîm.

Bawerim te koleja sazbendiyê jî xwendibû. Tu dikarî hinek behsa vê xebata akademîk bikî?

Li Êrîvanê kolejeke bi nav û deng hebû. Romanos Melîke… Ez bi roj diçûm di radyoyê de dixebitîm û bi şev jî diçûm koleja sazbendiyê. Koleja bi şev pênc sal bû. Min piştî pênc salan kolej qedand û sazbendiya xwe gelek bi pêş xist. Ez gelek senfonî hîn bûm.

Apê Egîd hinek behsa xwe û Karapêtê Xaço bike. We çawa hev nas kir, hûn bi hev re xebitîn an na?

Wexta ku ez ji bo radyoyê li dengbêjan digeriyam, min navê Karapêt bihîst. Mala xaltiya min li kêleka mala Karapêtê Xaço bû. Mêrê xaltiya min Dewrêş rojek ji min re behsa Karapêt kir. Got cînarekî me heye ermenî ye lê bi kurdî pir xweş distirê. Rojek ez çûm mala xaltiya xwe, min xwest Karapêt bibînim. Min lê nihêrt ku Karapêt di nava baxçeyê li ber mala xwe de erd dikole. Me silav da hev, Karapêt mera xwe danî û hate ba min. Piştre ez dawetê hundir kirim. Em çûn li malê rûniştin. Min hal û meseleyê xwe jê re got. Min got, min bihîstiye ku tu pir xweş distirê, ez dixwazim dengê de di radyoyê de belav bikim da ku dinya bibihîze. Min jê xwest ku kilamek bibêje. Karapêt kilama Lawikê Metînî ji min re got. Wê çaxê min got hema ez li te digerim maqûl… Li dengê te digerim. Piştre min Karapêt anî radyoyê. Dengê wî yê şalûl me di radyoyê de lêxist.

Di radyoya Êrîvanê de gelek caran digotin stranên Karapêtê Xaço hatine qedexekirin. Tu qet bûy şahidê van tiştan?

Rêveberiya radyoyê ew çax mudaxale dikirin. Digot heke tu stranên şêx û axa û bega bibêjî, em derbas bibin, stranên din bibêje. Çimkî ew stran ew dem qedexe bûn. Karapêt jî digot ez van kilaman dizanim û hez dikim van kilamamn bibêjim. Hêdî hêdî piştre rê vebû û me rê da van kilaman jî.

Em hinek bên ser meseleyên taybet. Te debara xwe çawa dikir?

Min ji radyoyê hindik pere distand. Lê car caran ez diçûm dawetan, min di ekîban de cih digirt. Min ji van deran jî pere qezenç dikir. Ez di kirê de bûm. Lê piştî 15 sal şûnde radyoyê xaniyek da min. Xaniyek ji sê gozan pêk tê dan min. Tevî Karapêt em diçûn dawet û konseran. Daweta ku ez û Karapêt tê de bûn, bi şan û şahî derbas dibû. Her kesî dixwest em herdu bi hev re beşdarî dawetan bibin. Çimkî me kêf û eşqê zêde dikir.

Dema mirov rojên berê û îro muqayese bike, hûn bêriya rojên berê dikin an rojên niha xweştir e?

Îro pêşketinên mezin hene. Lê rojên hingê tam tê de hebû, eşq tê de hebû, kêf tê de hebû. Raste aboriya me nebaş bû lê em bi aram bûn. Lê di vê demê de eşq tune ye. Ez herîz êde bêriya dawet, şahî, kincên me yên kurdîtiyê dikim. Bêriya dost û hevalên xwe yên berê ku çûne ber rehma xwedê dikim. Ez ji bo wan hevalan gelek li ber xwe dikevim.

Karapêt beriya ku biçe ser dilovaniya xwe gazinc dikirin. Digot çil milyon kurd nekarî zikê min têr bike…

Mixabin wisa bû. Divê mirov qedr û qîmeteke mezin bide hunermend, sazbend û rewşenbîrên kurd. Karapêtê Xaço xwedî riheke temîz bû. Di kilamên wî de rih û giyaneke paqij hebû. Ji kurdan baştir kurdewar bû. Divê beriya ku mirov bimre qedr û qîmeta hev bizanibe. Piştî mirinê êdî tu maneya qedr û qîmetdayînê namîne.

Em pirsa dawî bikin. Cara yekemîne ku li Amedê hemû stran ji bo kesekî, yanî ji bo we hatin gotin. Derheqê vê meseleyê de tu dixwazî çi bibêjî?

Ew qîmeta ku li Amedê dan min, ji bo min serbilindiyeke mezin e. Dilê min pir hestiyar bû. Min çi kiriye ji bo miletê xwe, ji bo kurdan kiriye. Ez dikarim ji kêfî bifirim. Tenê per û baskên min kêm in. Bi taybetî jî serkirdeyê Amedê Osman Baydemîr dema ku qevdek gul dan min, ez pir hestiyar bûm, kelogirî bûm. Ji bo min ev roj ji hemû rojan baştir û xweştir bû.

Baydemîr mizgîniyek da. Got apê Egîd dixwaze êdî li Amedê bijî. Dilê te heye ku tu li vir bi cih û war bî?

Li Ermenistanê hinek kar û barên min hene. Piştî ku ez kar û barê xwe biqedînim, ger ji min bê ez dixwazim bêm li Amedê bi cih û war bin. Dixwazim rojên xwe yên mayî li ser axa bav û kalan derbas bikim. Min dil heye êdî li Amedê bijîm. Lê divê beriya her tiştî şert û mercên min musaît bin. Destê min ji van deran nabe. Heke mimkûn be ez ê berê xwe bidim Amedê. pna, netkurd

Комментарии
Поиск RSS
Только зарегистрированные пользователи могут оставлять комментарии!
Русская редакция: www.freedom-ru.net & www.joobb.ru

3.23 Copyright © 2007 Alain Georgette / Copyright © 2006 Frantisek Hliva. All rights reserved."

Последнее обновление ( 11.02.2008 )
 
< Пред.   След. >
 
Авторизация
Забыли пароль? Вы не зарегистрированы. Регистрация
Кто в онлайне
Сейчас на сайте:
Гостей - 1
и пользователей - 5
  • meran2059
  • niama
  • 30071973
  • Majit_777
  • keke
Ezdixan MP3 Player
Последние коментарии
Поиск

 
 

Наш электронный адрес: admin@ezdixan.com

Вся информация, размещенная на данном веб-сайте, предназначена только для персонального использования и не подлежит дальнейшему воспроизведению и / или распространению в какой-либо форме, иначе как с письменного разрешенияEzdixan.com.

KurdTOP.com - Best Kurdish site on the net! Music, news

Statistics