kurdish music, download kurdish music  
Главная

Главное меню
Главная
English
Ссылки
Новости
Гостевая
Контакты
Карта сайта
Скачать MP3
Скачать VIDEO
Новости Видео
ТВ - Прямой эфир
EzdixaneCHAT - Чат
Новости
article thumbnail Dilshad Diler - Xerib Nebe - Full Album

29.12.2007


Подробнее

article thumbnailCane : Vegere

03.02.2007


Подробнее

article thumbnaiРеклама

09.05.2008


Подробнее

article thumbnailSiya Jin 2007

27.10.2007


Подробнее

article thumbnailKoma Seyran

07.01.2007


Подробнее

article thumbnailAref Chopan : Dur Ketin ( 2007 )

15.04.2007


Подробнее

Другие Новости
Новости для вашего сайта
 
06 Jun
Aram Tigran: Ez niha di xewneke de me Версия в формате PDF Версия для печати Отправить на e-mail
Написал Administrator   
06.06.2008
ImageTe jî deriyê xwe li min vekir. Rojbaş Amed! Hunermendê ‘bilbilan’ Aram Tîgran li Amedê ye. Em jî bi heyecanek mezin wekî bi milyonan hezkiriyên wî, ji roja xebera hatina wî derketî heta niha li bendê bûn. Ji ber ku gelek daxwazên ropartajê ji mamoste Tîgran hebûn, piştî xirecirek mezin û dirêj me karî em randevuyê bigirin. Dema me ji bo randevoyê riya avahiya Midûriyeta Çandê ya Şaredariya Bajarê Mezin girt jî, di rê de bi hevalan re heyecana me hindî diçû zê de dibo. Dawiya dawiyê de, li baxçeyê Midûriyeta Çandê em bi mamoste Tîran re rûniştin. Lê çawa Mamoste Tîgra hatina xwe ya Amedê wekî ‘Xewnek rave dikir’, dîtina me ya bi wî re jî ji bo me xwenek bû.
Cihê wî cuda bû

Gelek hunermendên ji me dûr û bi salan em li bendê mayîn hatibûn cem me. Lê tu hunermendan wekî mamoste Tîgran bandor li ser me nekiribû. Li gel ku em bi xwediyê dengê xerîb, evîna bilbilan re, xwediyê stranên, ‘Ez ciwan bûm tubaş zanî’, ‘Ey Dîlberê’, ‘Şev çû’ bûn, gelek taybetiyên wî yên din jî hebûn. Lewre hatina Tîgran wekî wî, ji bo bi milyonan hezkerên wî jî, wekî xwenekê bû. Tîgran dê carek din li hemberî sûrên Amedê, bi hemû esaleta xwe li bilbilên xwezaya erdnîgariya welatê Rojê bistire. Aram ku tevahiya jiyana xwe li ser wesiyeta bavê xwe di ber çanda gelê kurd de daye û her tim li cem gelê kurd cih girtiye, carek din dê hewil bide derd û kulên gelê kurd bîne ziman. Tîgran ku di nav çanda gelê ermenî û kurd de sembola herî ber bi çav ya hevgiriya çandan û biratiya gelan e, derbarê jiyan, huner, hatine xwe ya Amedê, hêvî û ramanên xwe de pirsên DÎHA’yê bersivandin.

Bingeha dostaniya we û kurdan çawa dest pê kir?

Em berî her tiştî gelên kurd û ermenî ji gelên herî qedîm ên vê axê ne. Bi salan wekî biran jiyan e. Qenciyên gelên kurd li bavê min bûne. Bavê min her tim digot ez bi xêra kurdan li ser rûyê dinyayê ma me. Ji ber ku di dema qetilkirina ermeniyan de malbatek kurd ew xilas kiribûn. Ji ber vê yekê xwe ji gelê kurd re deyndar dihesiband. Ji ber vê yekê her tim ji min re digot, “Kurê min heta tu hebî alîkarê gelê kurd be. Tu jî niha saxî û li ber çavê min î. Ev yek bi saya serê kurdan e. Ji bo wê tu dê her tim di xizmeta wan de bî. Bi hunera xwe û keda xwe dostaniya wan her bidomînî”. Min jî weysiyeta bavê xwe bi cih anî. Min gotina wî ji xwe re wekî şiyar girt.

Mamoste Tîgran çawa dest bi jiyana hunerê kir?

Ez di 1934’an de li Bajarê Qamişloyê ji dayîk bûme. Di 18 saliya xwe de dema min dibistan qedand. Bavê min rojekê gazî min kir û got ‘hind gotinên min ji te re hene’. Hingê dibistan heta pola 6’an bû. Piştre dîploman didan û dibistan diqediyan. Gelek kesan heta sala 9’an dixwend. Min jî ligel her tiştî heta 9’an xwend. Lê bavê min piştî min dibistana pola 9’an qedand, got êdî ez te naşînim dibistanên pêşiyî. Min jê re got çima got ez dixwazim êdî tu bi hunerê re eleqedar bibî. Got ez jî wekî tu dibînî li bilûrê dixim, hunermend im. Tu jî dê bibî hunermend. Min jî got ser çavan. Çû ji min re udek kirî anî û ez danîm ber destê mamosteyekî. Heta 6 mehan ez hinekê pêş de çûm. Dema emrê min bû 20 salî, ez baş pêş ketim. Min dest pê kir êdî ez diçûm şevan. Me bi 3 zimanan digot. Kurdî, erebî, ermenî.

Mamoste we pêşiyê bi udê dest bi hunerê kiriye, lê hûn bi cimbûşê tên nasîn.?

Dema min dest bi udê kir, hingê mîna niha cîhaz, teknîk tune bû. Ji ber vê yekê me zora xwe dida ser dengê xwe. Me zor dida udê lê dengê wê nizm e. Carek ez çûbûm dawetekê, min dît ku ji Amedê komek anîne. Li wir çavê min bi cûmbûş ket. Dengê wê pir bilind û lezîz bû ji min re. Min pir meraq kir û lê nêrî. Min dît ku têlên wê û yên udê heman in. Yek jî bilind bûne dengê wê bandorek mezin li ser min kir. Min biryar da ku ez ji xwe re cûmbûşekê peyda bikim. Piştre min ji Tirkiyeyê yek anî û dest bi cûmbûşê kir.

Kurdiyek we ya pir zelal heye.?

Raza vê yekê ew e ku bavê min û diya min bi kurdî diaxivîn. Her tim di malê de zimanê wan ê sereke kurdî bû. Tu caran min carek nedît ku bi ermenî axivîn. Yek jî zimanê kurdî pir xweş diaxivîn. Em jî kurdî ji wan hîn bûn. Bavê min helbestvan bû ji xwe. Ji bo min helbest dinivîsandin. Stranên Bilbilo, Diçim Diçim, Bi Hestera Yerîvanê ji min re nivîsandin. Gelek stranên din jî wî ji min re nivîsandin.

Di stranên we de bilbil her tim li pêş e, sedema vê çiye?

Di kilamên min de rast e. Bilbil li pêş e. Meseleya bilbil û ya kurd, ermen, suryanî û gelê din ên bindest yek e. Bilbil ji bo min her tim bi hestera welatê xwe dixwîne. Ev gelên Rojhilata Navîn ên qedîm jî, her tim li ser axa xwe penaber, xerîb û sirgûn bûne. Bilbil hêlîna wî xirab bûye. Hêlîna wî tune ye. Em jî wekî bilbil bê hêlîn bûn.

Dema hatina we ya Amedê zelal bû, we çi hîs kir?

Ez berî bêm Amedê min xelatek ji bo Amedê çê kiriye. Hatina min a Amedê niha ji bo min xwenek e. Ez niha di xwenekê de me. Min gelê kurd ê qedîm cardin li vir dît. Yanî hestên min bi gotinan nayê ziman. Ez dixwazim bi strana ku min ji bo diyariya Amedê çêkiriye bi çend çarînan hestên xwe bînim ziman. Ez dê vê yekê di roja festîvalê de bêjim. “Di nav xwenên şevan de min qet bawer nedikir ez bibînim bajarê Diyarbekir. Roj baş Diyarbekir, me te jibîr nekir, em hatin te bibînin te derî li me vekir”. Ez dibêjim roj baş Diyarbekir.

Dema tu ji Ewropayê hatî çi daxwaz ji te hatin kirin?

Dema ez hatim gelek hunermendên hevalên min, nas û niyasên min ji min xwestin ku ez li hemû deverên dîrokî yên Amedê, li her kuçeya Amedê wêneyan bikişînim û ji wan re bibim. Xwestin ku ez bi hesreta dilê xwe wêneyan ji wan re li vir bikişînim. Min got ez dê biçim stranan bêjim hûn jî di televîzyonê de lê temaşe bikin. Hemûyan gotinên, “Xwezî em jî bi te re bûne, rihê me bi te re bûye” hestera dilê xwe anîn ziman.

Ligel axa Ermenîstanê ya azad çima Mamoste Tîgran li xerîbiyê dijî?

(Bi rûye xemgîn) Min heta niha bi dehan ropartaj kirine lê yekem car e ev pirs ji min tê kirin. Ez naxwazim bersiva vê yekê bidim. Raste Ermenîstan welat e, cihê ermeniya ye, lê cihê ez lê ji dayîk bûme Qamişlo ye. Derketina me ya Ermenîstanê jî wisa bû nesîb. Gelek welatên min hene. Ez dê bi mêvanî êdî bigerim (dikene)

Mamoste dixwaze li Amedê bi cih bibe

Ez dê her tim werim Amedê bibînim. Lê ez heta niha ne fikirî me.

Xebatek niha di destê we de heye?

Ez dixwazim li Amedê albûmek derxim. Her wiha dixwazim qilîbek jî çê bikim. Ji xwe min ji bo diyariya Amedê stranek çê kir. Ez dê di konsera mîhrîcanê de bixwînim. Heta niha min 12 qaset derxistin. Ez dixwazim hêj hunerê çê bikim.

E. BOZKURT/ÎBRAHÎM AÇIKYER/ DÎHA/AMED
Комментарии
Поиск RSS
Только зарегистрированные пользователи могут оставлять комментарии!
Русская редакция: www.freedom-ru.net & www.joobb.ru

3.23 Copyright © 2007 Alain Georgette / Copyright © 2006 Frantisek Hliva. All rights reserved."

 
< Пред.   След. >
 
Авторизация
Забыли пароль? Вы не зарегистрированы. Регистрация
Кто в онлайне
Сейчас на сайте:
Гостей - 5
и пользователей - 4
  • meran2059
  • pivazi
  • ronai
  • Bakoyan**Beckham***Magit
Ezdixan MP3 Player
Последние коментарии
Поиск

 
 

Наш электронный адрес: admin@ezdixan.com

Вся информация, размещенная на данном веб-сайте, предназначена только для персонального использования и не подлежит дальнейшему воспроизведению и / или распространению в какой-либо форме, иначе как с письменного разрешенияEzdixan.com.

KurdTOP.com - Best Kurdish site on the net! Music, news

Statistics