Flash Mp3 Player
Главная
07 Aug
Hevpeyvinek ligel Gulistane Версия в формате PDF Версия для печати Отправить на e-mail
Написал Administrator   
07.08.2007

ImageYek ji newayên zarokatiya me strana “Kurdistanê Kurdistan Baxçê Gulan, derdê dilan” bû. Dû re me di xortaniya xwe de jî guhdariya “Sînanê Kirîv“ kir, ku ew jî di hunera Gulistanê de xwedî cihekî girîng û bilind e. Lê ev demeke pir dirêj e ku ne berhemeke nû û ne jî pêşketinek wisa, diyar dibe. Gelo wê dev ji hunera muzîkê berdaye? Me li navenda Radyo Mezopotamya pirsên xwe yên derbarê muzîkê, bernameçêkerî, siyaset û gera Başûr de arasteyê wê kirin û wê jî bi comerdî bersivandin.

Gelo ji vir şûnde emê Gulistanê tenê di pêşkêşkirina bernameyan de bibînin, êdî jiyana wê ya muzîkê bi dawî bûye?

Na, min dev jê bernedaye û min berhemek amade kir. Em pir pê re westiyan û gelek jî mesrefa me çêbû, lê mixabin ew pere çû ser sergo. Ew kaset niha di arşîva MIR Muzîk de ye. Min xwest ku guhdarên min bigihine berhemeke hêja, ne ku guhdar navê Gulistanê bibîhizin, ez li dijî popûlarîzmê me. Divêt berhem di arşîva çanda kurdî de cih bigire û gava em ne li vê dinyayê jî bin, were guhdarîkirin. Lê ya ku me amade kir, di bin tesîra muzîka popûler de bû; ev ji aliyê aranje û lêxistina amûran ve xwe dida der. Min jî nexwest ez berhemekî wiha tomar û belav bikim. Niha ew stran hene lê kaset sekiniye. Eger derfetên min hebin, ezê derxînim û bes bila bigihê gel, çawa dibe bila bibe. Eger derfetên min hebin ezê belaş belav bikim, ji ber ku ez tîcaretê nakim, ez ji bo gel hunerê çêdikim. Ez xizmetkareke çand û stranê me. Li Başûr gelek kes li ser kasetên me hatin îdamkirin. Li Bakur jî gelek kes ji îşkencê derbas bûn û girtîgeh bû mala wan ya du-duyê. Li Rojhilat jî kurd hebûn ku ji ber guhdarîkirina stranên me îdam bûn û bi salan di zindanan de jiyanên xwe derbas kirin. Divê em wan rojan qet ji bîr nekin û layîqî wê keda xwe bin. Xwîna wan keç û xortên li ser guhdarkirina dengê me hat rijandin. Divê em layîqî wan bin û heya dawiyê di rêya wan de jiyana xwe bidomînin.

Helbet pirsgirêkên ku we destnîşan kirin hene, lê li aliyê din gelek derfet jî çêbûne. Wekî mînak; gelek tv, internet û kanalên ku xwerû muzîkê diweşînin. Ev jî ne pêşketinên alîkariyê ne?

Pêwîst e saziyên ku bazara muzîkê organîze dikin, bi îmkanên mezin piştgîriyê bidin hunermendên kurd daku berhemên nû bên afirandin. CD û kasêtek baş bi 50 hezar Euro dibe mal. Di wir de klîp, reklam, danasîn û pir tiştên din hene. Piştre ew radio û TV wan diweşînin. Rast e, ew derfet hene, lê mixabin li ser wan jî tesîra muzîka popûler pir e. Her wiha tesîra muzîka arabesk jî pir pêş dikeve. Helbet dil dixwaze ku ev derfetên navborî bêtir têkevine xizmeta hunera gel. Niha gelek hunermend hene, dixwazin berhemên xwe biweşînin, lê derfeta aborî nîne. Berhem di destên wan de dimînin. Hinek jî hene derfetên wan hene, CD û kaset çêdikin û navê muzîka kurdî lê dikin, lê ew ne muzîka kurdî ye.

Guhdarên we doza berhemên nû li we nakin?

Çawa nakin, bi gelakan re têkiliya min jî heye; bi tel û e mailan. Serê min xwarin. Dibên ka li ku ma?

Beriya we Meryem xan û tradîsyona Radyoya Erîvanê û Eyşe Şan hebûn, dû re hûn derketin û vê gavê jî nifşek nû derketiye. Hûn xwe di ku de dibînin, di nav kîjan nifşê de ne?

Eger ez hinek jî zor bidim xebatê û hinek jî biafirînim, ez bawer im dê cihê min di dîroka hunera kurdî de hebe. Ez dixwazim berhemekê çêkim ku hêja be û di dîrokê de bimîne. Niha jî Meryem Xan tê guhdar kirin. Gere em hertim ji xwe bipirsin ka gelo sira vê di kû de ye? Ji bo vê jî pêdivî bi alîkariyê heye. Di destê min de pir materyal hene.

Hûn ev çend sal in bernameya TVyê çêdikin. Bandora bernameyê li ser hunera we çawa çêbû? Gelo astengî çêdike?

Na… Ji bo min pir baş bû. Min gelek kes nas kirin, gelek hunermend, rewşenbîr û wd. Ev tev de ji bo min bûn alîkarî. Têkiliya min bi gel re çêbû. Ez di zatê xwe de jinek civakî me. Ji civaka kurdewarî pir hez dikim. Ev kultur ji malbatê tê. Ev tev de erênî bûn.

We demek jî bi hêja Barzan Şaşiwar re bername çêkir, sedem çi bû ku berdewam nebû?

Ev pêşniyar ji aliyê rêveberiya TVyê ve hat û wek ceribandinê hat lidarxistin. Ji ber ku em herdu jî programçêker bûn û salên dirêj jî me awayên xwe dabû rûniştin, ji min re zehmet hat. Niha dîsa ez amadekariya bernameya xwe dikim û dê bi navê berê “Baxçê Gulan“ bername bidome. Hûn bi siyasetê re jî mijûl in. Rista we ya di nav Kongra Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ê de çi ye? Ez bawer im sedemên siyaseta kesên kurd û herwisa hunermendan jî diyar e. Dikarim pir besît bînim ziman. Em, hunermendên miletekî ne û li ser navê wî derketine, ku ev milet jî bê heq û hiqûq e. Ez pêşî wek însanek û piştre jî wek jinek û wek kurdekê wezîfeyekê xwe yê însanî pêk tînim.

Em hinek jî behsa geşta we ya Başûr bikin?

Belê…. Ev cara yekem bû min serdana başûrê Kurdistanê kir. Li gel ku ev nêzî 16 salan e derfetên çûyînê hebûn, lê min nekarî ez biçim. Ev vexwendin ji aliyê Partiya Demokratê Kurdistanê ve hate kirin, ev jî ji bo 60 saliya damezirandina partiyê bû. Herwisa Kurdistan TV jî ez vexwendim. Ez jî bi kêfxweşî çûm û min gelê xwe hêmêz kir. Ev bi derengî bû, lê pir baş derbas bû. Me li gelek deveran konser dan û pir bi baldarî hate şopandin.

Xal an jî diyardeya ku li Başûr herî zêde li we tesîr kir, çi bû?

Herî zêde çiyayên Kurdistanê li min têsîr kirin. Ez li gelek deverên cîhanê, bi salan geriyame, lê min ew heybet û xweşikbûna çiyayên welêt li tu derî nedîtiye. Hêvîdar im ku rojek bibe nesîbê min jî û ez jî bikarim li wan çiyayên bi heybet jiyanekê bijîm...

Di van serdanên hunermend û rewşenbîran de, serdana Mexmûrê jî bûye kevneşopiyek, lê we serdana wir nekir. Gelo sedem çi bû?

Belê... Ez çawa dikarim vê bersivê formûle bikim? Yanî ez ji aliyê PDK ê ve hatibûm vexwendin û heta dawiyê jî bername û ewlekariya min ji aliyê wan ve hat bicîhanîn. Ez mêvan bûm û ew jî mazûvan bûn. Min daxwaza çûyîna Mexmûrê kir, lê ev pêknehat. Sedem jî wekî pirsgirêka ewlekariyê hate nîşandan.

Aliyên Gulistanê yên konservatîf hene anku qedexeyên wê çi ne?

Helbet (dibêje û dikene), Hinek aliyên min yên konservatîf hene. Her çiqas ez weke kesekê modern xuya dikim jî, lê ez hinek urf û edetên me yên berê û yên baş diparêzim. Mîna: ez dixwazim lawê xwe (Serxwebûn) bizewicînim, neviyên min çêbin, ez wan bi çandeke kurdewarî mezin bikim. Ez hewl didim ku ew hêvên û hevîrê jina kurd xera nebe. Yên ku di kesayetiya min de jî bi cih bûne.”. Erê tiştên din mirov dikare lê zêde bike. Ez ne li dijî çand û pêşketinê me, hînbûna çandên cihê jî qenc e, lê ez wek jineke kurd hebûn û hevîrê kurdîtiyê jî diparêzim.

Baş e, tiştê ku herî zêde Gulistanê aciz dike çi ye?

Derew, durûtî û bêpirensîbiyên mêrên malê. Ez ji wan pir aciz im û kurdên ku çand, kultur, ziman û taybetmendiyên netewên din teqlîd dikin.

Gelek takekesên navdar ên kurd li we bûne mêvan, hevaltiya we çêbû û piraniya wan jî bi derdên giran çûn. Gelo çi têbinî li gel we mane?

Birastî gava ew tên bîra min, dilê min dişewite. Mirovên pir hêja û gelek zîrek û çalak bûn. Gelek xewn û projeyên wan hebûn. Wek mînak xewna rehmetiyê Yilmaz Guney ew bû ku li rojhilatê Kurdistanê fîlmek nû çêbike. Ji bo cî bi cîkirina vê daxwazê bi rehmetî Dr. Ebdulrehman Qasimlo re di nav têkiliyê de bû, wê demê rojhilatê Kurdistanê di bin destên pêşmergeyan de bû. Senaryoyek bi navê “Çiya” jî amade kiribû, bawer im hê jî li cem Fatoş Guney e. Di filim da behsa dîroka Kurdistanê hebû. Mixabin ew xewna wî jî pêknehat. Ji xwe çîroka Ehmed Kaya baş tê zanîn, xewna wî jî gotina stranên kurdî bû. Stranek jî gotibû, lê baş nehatibû amadekirin, me got bîne em alîkarî bikin, sererast bikin, lê temenê wî têrî nekir û xanima wî jî bi awayî demo weşand. Xewna Qasimlo jî Kurdistana azad bû, lê mixabin bi çavên ronî nedît. Merziye xwîşka min bû, hezar hêviyên wê hebûn, lê… ew jî gelek zû çû… Ez dibêjim, gelo emê kanibin li xewn û daxwaza wan xwedî derkevinş!. Ez xwe deyndar dibînim.

Nexwe em pirsa xewna Gulistanê jî bikin?

Niha xewna min a giştî helbet pirsgirêka kurd û çareserkirina wê ye. Lê xewna min a şexsî jî ew e ku di zûtirîn demê de CD yeke min ya nû derkeve.

YEKO ARDIL/ BRUKSEL

Комментарии (1)Add Comment
zaira
Автор: mirzoeva, November 17, 2007
cpas tara avala gulistane az zav ctraneva debem .dangbeh azize -afo

Написать комментарий
Вы должны авторизоваться, чтобы добавлять комментарии. Пожалуйста, зарегистрируйтесь.

busy
 
< Пред.   След. >
EzdiTV.ru
Авторизация
Забыли пароль? Вы не зарегистрированы. Регистрация
Кто в онлайне
Сейчас на сайте:
Гостей - 26
и пользователей - 1
  • jekson
Популярные
Лейла Ишхан
Delil Dilanar : Seraye
Zakaria 2007
Аджи Абасян
Chopy 2007
Cane : Vegere
Хатоев Юрий
Через родной язык я приобрел душу своего народа...
Hevpeyvinek ligel Gulistane
Rosteme Sheko ( 2007)
HEVPEY0VIN B0 HUNERMENDA KURD YEKBUNE RE
Abdulqehar Zaxoi 2007
Aram Tigran : Ez niha di xewneke de me
Аджи Абасян
Джангир Броян
Алихане Рашо
Сиабанд Алоян
Пользователи
13721 зарегистрированных
7 сегодня
7 на этой неделе
23 в этом месяце
новенький: KevinNeil